Esed: Em cudaxwaziya kurdan qebûl nakin

Serokê Sûriyê Beşar Esed aşkere kir ku ew weke dewlet û weke gel, hemû hewlên cudaxwaziyê li Sûriyê red dikin. Esed da zanîn ku ew ne îro û ne jî siberojê cudaxwaziya kurdan qebûl nakin.

16.11.2019, Cts - 06:43

Esed: Em cudaxwaziya kurdan qebûl nakin
Nuçe Belav bike

Beşar Esed ji televizyona fermî ya Rûsyayê ra axivî û ragihand li navçeyên bakurê Sûriyê kurd kêmîne ne, û eger federalî bê ragihandin jî divê federaliyekî erebî be. Beşar Esed behsa beşdariya HSDê bo nava artêşa Sûriyê jî kir û aşkere kir ku HSDê daxwaza wan red kiriye.

Herwiha Beşar Esed behsa operasyonên Tirkiyê bo ser Sûriyê jî kir û Tirkiye cihanê dixapîne. Esed wha got: “Kes wê yekê bawer nake ku bixwaze sê milyon penaberên Sûriyê vegerîne wan navçeyan. Ev manşêteke mirovane ye û armanca jê xapandin e. Eger wiha be jî, zehmet e, çimku ew tê wateya çêkirina milmilanî û nakokiyan di navbera xwediyên axê, gund û gundik û mal û kêlgehên wan li gel kesên ku wê navçeyê wan bicih dikin. Çimku xwediyên zewiyan, dest ji mafê xwe bernadin. Li vir armanca serekî ya Tirkiyê, anîna çekdarên terorîst e ku li Sûriyê şer dikirin û şikest dixwazin, ew bên û li wê navçeyê bicih bikin, da ku komelgehele nû ya tundrew damezrînin, da ku li gor xwesteka serokê rejîma Tirkiyê, Edogan kar were kirin. Ew armanca sereke ya vegerandina penaberan e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 921 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:56:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x