Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha 3 hezar Kurd winda bûne

Li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve, zêdetirî 150 hezar kes winda ne ku di nav wan de nêzîkî 3 hezar Kurd hene.

11.11.2023, Cts - 10:21

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha 3 hezar Kurd winda bûne
Nuçe Belav bike

Roja 10ê Mijdara 2023an, li zanîngeha Leuven a Belcîkayê konferansek derbarê kesên di encama şerê navxweyî yê Sûriyeyê de winda bûne, hate lidarxistin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekgirtî, piştî şerê Sûriyê û êrîşên 2014’an ên DAIŞ’ê li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heta niha, zêdetirî 150 hezar kes winda bûne, ku ji wan nêzî 3 hezar kesan, Kurd in.

Kurdê Rojavayê Kurdistanê Farûq Dawûd ku pismamekî wî ji sala 2014an ji piştî êrîşa DAIŞê li ser Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e, vê konferansê ji bo dîtina windayîyan giring dibîne.

Farûq dibêje, birayê wî piştî êrîşa DAIŞê ya sala 2014an li ser Kobanê winda bû. Herwiha bang li aliyên pêwendîdar kir jî ku birayê wî bibînin ji ber ku nizanin ew heta niha sax e yan mirî ye.

Profesor Jeremy Sarkin dibêje, ev konferans derfetek e ji bo gotûbêjkirina pêvajoya lêgerîn û dîtina kesên ku sax û winda ne, kesên jiyana xwe jidest dane jî, termên wan bên vegerandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:19:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x