Li Helebê şer di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de derket

Li rojavayê Helebê şer di navbera artêşa Sûriyê û Desteya Tehrîr El-Şam de derket

02.02.2020, Paz - 09:51

Li Helebê şer di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de derket
Nuçe Belav bike

Li rojavayê Helebê şer û pevçûneke dijwar di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam ‎de derket, artêşa Sûriyê dixwaze rêyeke stratejîk kontrol bike ku Şama paytext bi çend bajarên bakur ‎ve girêdide, lê rûbirûyê êrîşên Desteya Tehrîr El-Şam dibe.‎

Şer li navçeya Cemiiye Zehra ya rojavayê Helebê derket û hikûmeta Sûriyê dibêje, bersiva êrîşeke ‎Desteya Tehrîr El-Şam dane ku xwestine hinek avahiyan li navçeyê kontrol bikin.‎

Rewangeha Mafên Mirov a Sûrî radigihîne ku aliyên ser bi Tirkiyê ve êrîşeke berfireh birine ser artêşa ‎Sûriyê li derdora Helebê. Ajansa Fermî ya Sûriyê, SANA jî dibêje, artêşa Sûriyê bi awayekî serkeftî ‎bersiva êrîşê daye û hinek pêgehên Desteya Tehrîr El-Şam li derdora Xan Tûman û Xalidiye kirine ‎armanc.

Ajansên xwecihî duh belav kiribûn ku li herêma Şehbayê şer û pevçûnên dijwar di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de rû dane ku di encamê de li gor zanyariyên wan ajansên xwecihî, 4 çekdar û 7 serbazên Sûriyê hatibûn kuştin.

Herwiha hatibû belavkirin ku Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) ku hêzeke ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ye, daxilî nav wî şerî bûbû û êrişa grûpên çekdar hatibû têkbirin.

Ev şer û pevçûnên li rojavayê Helebê di demekê de ne ku artêşa Sûriyê du hefte ye ligel rêkeftina ‎agirbestê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê dest bi êrîşa ser opozisyona Sûriyê li Idlibê kiriye.

Tirkiye jî li hemberî vê pêşveçûna artêşa Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan daye û herwiha artêşa wî welatî wek karvedanek li hember pêşhatên li wê parêzgehê, li ser şandina hêzê bo ser sînorê Sûriyê berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1034 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:53:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x