Piştî dirêjkirina biryarê yekem karwanê alîkariyên UNê derbasî Sûriyê bûn

Karwanê alîkariyên Neteweyên Yekbûyê di ser Tirkiyê bi rêya Bab el-Hewa re derbasî Sûriyê bûn.

29.07.2022, Cum - 07:09

Piştî dirêjkirina biryarê yekem karwanê alîkariyên UNê derbasî Sûriyê bûn
Nuçe Belav bike

Piştî dirêjkirina biryara 2528an a navdewletî ji aliyê Civata Ewlekariyê ya Navdewletî roja 12ê Tîrmeha 2022an yekem karwanê alîkariyên Neteweyên Yekbûyê di ser Tirkiyê bi rêya Bab el-Hewa re derbasî Sûriyê bûn.

Li gor rêveberê nivîsîngeha peywendiyên giştî yê Bab el-Hewa li Idlibê Mazin Ellûş, roja 28ê Tîrmeha piştî dirêjkirina biryara 2528an a navdewletî ji aliyê Civata Ewlekariyê ya Navdewletî roja 12ê Tîrmeha 2022an, yekem karwanê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ku ji 14 barhilgiran pêk hatibûn di ser Tirkiyê bi rêya Bab el-Hewa re derbasî Sûriyê bûn.

Li gor Mazin Ellûş, her 14 barhigirên Neteweyên Yekbûyî 300 ton keresteyên pizîşkî, lojîstîkî û konên koçberan bi xwe re anîbûn.

Li gor biryara navdewletî ya 2528an taybet bi derbaskirina û gihandina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî bo nav Sûriye, ev alîkarî wê heta 10ê Çileya 2023an derbasî Sûriye bibin ku nêzîkî 4 milyon kes li bakurê rojavayê Sûriyê sûdê ji wan dibînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 470 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x