QSD: Reqqa, sedî 70 ji DAÎŞ'ê hatiye paqij kirin

Şerê di navbera şervanên QSD ku YPG'ê pêşengiya wê dike û milîtanên DAIŞ'ê li bajarê Reqa'yê hemû dijwariya xwe dewam dike. Berpirsê çapamenî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mistefa Ballî ragihand ku sedî 70 bajêr kontrol kirine û şerê li bajêr jî berdewam e.

28.08.2017, Pts - 13:19

QSD: Reqqa, sedî 70 ji DAÎŞ'ê hatiye paqij kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî haydariyen ku ji rayedarên QSDê ku Yekîneya Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike hatin bidestxistin, şerê li Reqa'yê hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên QSDê taxa Mensura'yê ji milîtanên DAIŞ'ê kontrol kirin. Hate ragihandin ku êrişen DAIŞ'ê yên bi wesayîtên bombebarkirî di rojên dawî de zêdetir bûne û ji ber şer welatiyên sivîl gelek zehmetiyan dikşînin

Berpirsê çapamenî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mistefa Ballî di derbarê şerê li Reqa'yê de ji Sputnik'ê re axivî û diyar kir ku şerên li bajêr gelek dijwar bûne û got: "Şerê li Reqa'yê gihîşt roja 82'an. Şer berbi navenda bajêr ve pêşve diçe. Şer di rojên berî de dijwartir dibe. Me heta niha 15 taxên bajêr kontrol kirine. Me demek bere jî taxa Reşît kontrol kiribû. Niha sedî 70'ê bajêr hatiye rizgarkirin. Di wan şeran de 13 milîtanên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şervanên QSDê ber bi taxa Nehva'yê ve pêşve diçin. Divê navberî de me gelek dever ji DAIŞ'ê rizgar kirin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x