TSKê 500 komando sewkî El Babê kir

Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de ji Tuxaya Komando ya 1emîn a Kayseriyê 500 komando sewkî herêma El Babê kirin.

26.12.2016, Pts - 06:20

TSKê 500 komando sewkî El Babê kir
Nuçe Belav bike

Operasyona Mertalê Firatê bi tevlîbûna Hêza Çekdar a Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad li bakurê Sûriyeyê didome. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de 500 komandoyên tuxaya Kayseriyê sewkî herêma El Babê kirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Yeni Şafakê ji Tuxaya Komando a 1emîn a Kayseriyê grûbeke ku herî kêm ji 500 komandoyî pêk dihat sewkî herêmê kirin û hezar 400 milîtanê Artêşa Sûriyeya Azad ku ji Helebê hatibû deranîn jî şandin El Babê.

Li gorî amareyên fermî di Operasyona Mertalê Firatê de heta niha 37 leşkerên artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1735 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:20:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x