Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê cenazeyê ciwanê bi navê Hakan Encu yê 28 salî ku ji 4ê Çiriya Paşînê ve ti agahî jê nedihat girtin, hat dîtin.
Piştî ku malbata wî ciwanî giliya windabûnê li Cendirmeyan kir, cenazeyê Encu yê di lêgerîna li derdora gund de hat dîtin.
Li gorî nûçeya MAyê hat îdiakirin ku Encu dawî li jiyana xwe aniye.
Cenazeyê Hakan Encu ji bo otopsiyê veguhezt morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî otopsiyê cenazeyê Encu li goristana gund hat veşartin.
Xalê Hakan Encu, Nurettîn Oslu ji DHAyê re axivîbû û gotibû:
“Bi şev ji malê derket û winda bû. Tevî hemû lêgerînên me jî ew nehat dîtin.
Me jî serlêdanên pêwîst ên windayan kir. Em ji jiyana wî bi fikar in.”