Ahmet Turk: Li Kurdistanê pêwîstiya me bi tifaqan nîne

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk derbarê hilbijartinan de ragihand ku pêwîstiya HEDEPê li Bakurê Kurdistanê bi tifaqan nîne.

13.11.2023, Pts - 06:04

Ahmet Turk: Li Kurdistanê pêwîstiya me bi tifaqan nîne
Nuçe Belav bike

Li Enqereyê “Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk” a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dirûşma “Bi civaka birêxistinkirî ber bi rêveberiyên herêmî ve” tê lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî beşdarî wê konferansê bû û ji Rûdawê re behsa hilbijartinên xwecihî û tifaqan kir.

Ahmet Turk diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zexteke gelekî zêde li ser Kurdan û siyaseta Kurdan heye.

“Li ser gelê Kurd gelek zordestî hene”

Ahmet Turk got, “Bi rastî gelek zordestî li ser gelê Kurd hene. Hûn baş dizanin îpotek danine ser îradeya gel lê armanca me ew e ku tevî vê yekê gelê me li nasname xwe, li siyaset û partiya xwe xwedî derkeve.”

Bi gotina Ahmet Turk, di hilbijartinên xwecihî yên li pêşiya me de piştgiriya Kurdan a ji bo HEDEPê dê zêdetir bibe.

"Li Kurdistanê em tifaqan nakin"

Siyasetmedarê Kurd tekîldarî tifaqên ji bo hilbijartinan jî got:

“Li Kurdistanê em tifaqan nakin ji ber ku pêwîstiya me bi tifaqan nîne lê li aliyê Tirkiyeyê em dê tiştên vekirî bimeşînin. Eger partî û siyaseta me nas bikin û alîkariya gelê Kurd qebûl bikin em dikarin tifaqan bikin.

Divê tifaq vekirî bin û hemû dinya bizane. Em partiyeke siyasî ne, divê me wekî partiyeke siyasî nas bikin û li gorî wê nêzîkî me bibin.”

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî ragihandibû ku dê li Bakurê Kurdistanê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin.

Tuncer Bakirhan herwiha dabû zanîn ku li bajarên Tirkiyeyê jî dikarin bi partiyên din re tifaqê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x