Amed: 5 kes bi şkenceyê hatibûn desteserkirin, 3 ji wan hatin girtin

Li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 5 koçer piştî şkenceyê hatibûn destserkirin.

30.08.2023, Çar - 07:41

Amed: 5 kes bi şkenceyê hatibûn desteserkirin, 3 ji wan hatin girtin
Nuçe Belav bike

26ê Tebaxê piştî rûbirûbûnên di navbera gerîlayên PKKyê û Artêşa Tirkiyeyê de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Gundê Bameydanê yê navçeya Farqînê di operasyonekê de bi ser hinek konên koçeran de girtibû.

Di encama biserdegirtina konan de hêzên ewlehiyê şkence li 5 koçeran kiribû.

Piştî şkenceyê jî ew her 5 koçerên bi navên R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28) û M.S. (45) hatibûn destserkirin.

Koçerên desteserkirî piştî temambûna karûbarên yasayî sêşemê bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.

Dadgehê biryar da ku koçerên bi navên R.D. û M.S. bên berdan.

3 kesên din jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Li aliyê din, belavbûna dîmenên şkenceya li wan koçeran bûbû sedema nerazîbûnan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 824 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:45:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x