Amed: Derbarê leşkerên pilebilind û cerdevanan de doza gendeliyê hat vekirin

Li navçeya Erxeniyê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve, di nav de leşkerên pilebilind ên Tirk û hejmarek cerdevan derbarê 38 kesan de bi tohmeta “wergirtina bertîlê” doz hat vekirin. Ji 38 kesan re ji 20 salan heta 350 salan cezaya girtîgehê tê xwestin.

13.06.2023, Sal - 15:45

Amed: Derbarê leşkerên pilebilind û cerdevanan de doza gendeliyê hat vekirin
Nuçe Belav bike

Dadgeha Erxeniyê, derbarê fermandarê berê yê Fermandariya Cendirmeyan a Erxeniyê Efser Ahmet Eren, birayê wî Çawişê Pispor Soner Eren ku her du girtî ne û 36 kesên din de bi hinceta “gendelî” û “wergirtina bertîlê” doz vekir.

Li gor îdianameya dozgeriyê, kesên tohmetbar di 36 bûyerên cuda de bertîl wergirtine.

Li gor îfadeyên di îdianameyê de, Ahmet Eren li hember tayînkirina cerdevantiyê ji xelkê pere wergirtine, rê daye qaçaxçîtiya petrolê, ji cerdevanan wek bertîl çek wergirtiye, kesên bertîl nedane weke PKKyî tawanbar kirine û derbarê wan de girtename nivîsandine.

Her li gor îdianameyê ku medyayên Tirkiyê belav kirine, Ahmet Eren rê daye barhilgirên ku ji mafê xwe yê yasayî zêdetir genim bar kirine û li hember jî bazirganên genim Ahmet Eren şandine Umreyê.

Dîsan di îdianameyê de hatiye nivîsandin ku Eren ji malbateke xwîndar otomobîlek wergirtiye, rê daye qaçaxçîtiya petrolê, du zarokên xwe belaş şandine dibistaneke taybet, li hember bertîlê delîl ji holê rakirine, raporên bûyerên trafîkê guherîne, li hember tayînkirinê bertîl wergirtiye.

Eren di dema gendelî û sextekariyê de navê generalên artêşê bikar aniye. Herwiha kesê bi navê Murat Altin di wergirtina bertîlê de navbênkarî kiriye.

Di îdianameyê de ji 38 kesan re ji 20 salan heta 350 salan cezaya girtîgehê tê xwestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:12:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x