Amed: Navçe bi navçe rêjeya dengên Kiliçdaroglu û Erdogan

Li Amed a Bakurê Kurdistanê ku rêjeya beşdariya hilbijartinan li gorî gera yekem a hilbijartinan bi qasî 6 xalan kêm bû, Erdogan ji 17 navçeyan 3, Kiliçdaroglu jî di 14 navçeyan da bû yekemîn.

29.05.2023, Pts - 13:28

Amed: Navçe bi navçe rêjeya dengên Kiliçdaroglu û Erdogan
Nuçe Belav bike

Li gorî encamên nefermî yên YSKê li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 52,09ê dengan careke din bû serokkomar. Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,91ê dengan wergirt.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de li Amedê ji milyonek û 145 hezar dengdêran ji sedî 81 çûbûn ser sindoqan. Di gera duyem de rêjeya çûyîna ser sindoqan bi qasî 5 xalan kêm bû û bû ji sedî 75,9.

Li Amedê ji dengdêrên ku çûne ser sindoqan ji sedî 71,61ê wan dengên xwe dane Kemal Kiliçdaroglu, ji sedî 28,39an jî dengê xwe dane Recep Tayyîp Erdogan.

Kiliçdaroglu di gera duyem de 41 hezar deng ji dest dan

Kiliçdaroglu di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi rêjeya ji sedî 71,9 ji Amedê 651 hezar û 793 deng wergirtibûn. Di gera duyem de Kiliçdaroglu bi rêjeya ji sedî 71,6an, 41 hezar û 714 deng ji dest dan û rêjeya dengan daket 610 hezar û 99an.

Li aliyê din Kiliçdaroglu li 14 navçeyên Amedê ku 3 hezar û 685 sindoq hatin danîn bû yekem û di 3 navçeyan de jî Erdogan bû yekem.

Erdogan li navçeyên Çermûk (ji sedî 62), Çinguş (ji sedî 62) û Hênêyê (ji sedî 52) bû yekem.

Li navçeyên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Gêl, Erxenî, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê, Farqîn, Sûr û Yenîşehîrê herî zêde Kiliçdaroglu deng wergirt.

Navçeya ku Kemal Kiliçdaroglu herî zêde deng lê wergirtiye bi sedî 85 Licê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x