Amed: Platforma Ciwanên Serbixwe ‘Banga Jiyana Bi Kurdî’ kir

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê çalakiya “Banga Jiyana Bi Kurdî” li dar xist.

19.04.2024, Cum - 09:09

Amed: Platforma Ciwanên Serbixwe ‘Banga Jiyana Bi Kurdî’ kir
Nuçe Belav bike

Platforma ku ji ciwanan pêk tê li kolan û cadeyên sereke yên Amedê geriya û bi dengê bilind bangî welatiyan kir ku di jiyana xwe de Kurdî bikin zimanê sereke.

10 endamên Platforma Ciwanên Serbixwe berî çend mehan “Sonda Jiyana Bi Kurdî” xwaribû û soz dabû ku dê li her qada jiyanê tenê bi Kurdî biaxivin.

Çalakiya ciwanan ji aliyê welatîyan ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe Evdilrehîm Şêrwanî li ser çalakiya xwe got:

“Parastina miletê me û zimanê me armanca me ya sereke ye. Em bang li milete xwe dikin, divê em di her warê jiyanê de bê teredut û bê bahane bi zimanê xwe xeber bidin.

Em mecbûrê zimanê ti kesî nînin. Em serdestiya zimanê ti kesî qebûl nakin ku li ser ferz bikin û zimanê me îmha bikin.”

Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferît Azad jî anî ziman:

“Ji xwe me dixwest ku em bixin rojeva temamiya Kurdan.

Rojeva siyasetmedaran, rojeva rewşenbîran ku milete bizanibe îradeyeke bihêz û îradeyeke ku bi ti awayî dev ji zimanê xwe bernade îro radibe sonda jiyana bi Kurdî dixwe. Îro bi vî awayî tesîra me li her derê dibe.”

“Zimanê me dê winda bibe”

Çalakvanên platformê li navendên sereke yên bajêr ku şênî û geştyar lê zêde ne bangî welatiyên Kurd kir û got:

“Di malên xwe de, li bazarê û di her qadeke jiyana xwe de bi kes û karên xwe û derdora xwe re bi Kurdî biaxivin û li hemberî bişaftinê zimanê Kurdî biparêzin.”

Welatiyên ku şahidhalên çalakiya ciwanan bûn jî ji ciwanan re piştevaniya xwe ragihandin û bal kişandin ser girîngiya axaftina bi Kurdî.

Welatî Cebraîl Yalçin anî ziman:

“Tiştên xweş dibêjin divê bi vî awayî be jî. Meriv li mala xwe û di nava xelkê xwe de Kurdî xeber bide rindtir e.”

Welatî Bedrî Şeker jî got, “Em bi zimanê xwe xeber nedin zimanê me dê winda bibe.”

Welatiyekî din jî da zanîn:

“Ciwanên me derdikevin bi rica û minet dibêjin, ey gelê Amedê, gelê Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Bi rastî jî ji bo kesekî Kurd ez şermekî mezin dibinim.”

Welatî Nûriye Şencanê jî got:

“Ez Kurd im. Bi xwe bi xwe hîn dibim. Ji dê û bavê min xêrek di vî warî de negihişt min lê ew bi xwe dizanin. Mixabin wan hînî min nekir.

Ez li vir hatime dinyayê lê wan di 3 saliya min de ez birim Almanyayê. Ez zanim ku ez ji ku hatime. Ji bo min jî ziman pir girîng e. Min bikujin jî ez Kurdiya xwe bi ti kesî naguherim.”

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe ragihand ku çalakiya “Banga Jiyana Bi Kurdî” dê di rojên pêş de li gelek bajar û navendan were lidarxistin û heta Kurdî li hemû qadên jiyanê nebe zimanê serdest dê çalakiyên xwe yên bi vî rengî jî bidomînin.

Vî nûçeyê tevayî: 122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:22:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x