Amedspor bi ser ket: 12 ciwan hatin desteserkirin

Li Amedê bi hinceta “bêrêziya” li sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê 12 kes hatin desteserkirin.

28.08.2023, Pts - 07:24

Amedspor bi ser ket: 12 ciwan hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, hat îdiakirin bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser pêyan 12 ciwanên Kurd hatin desteserkirin.

Roja yekşemê li Stadyûma Amedê tîmên Amedspor û Denîzlîsporê hatin hemberî hev û Amedspor 2-0 bi ser ket.

Berî ku lîstik dest pê bike sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hat xwendin.

Polîsan bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser xwe 12 alîgirên Amedsporê desteser kirin.

Polîsan ew 12 ciwanên Kurd birin Navenda Polîsan a Alîşanê.

Li ser hesabê tora civakî ya bi navê “@zazaefendi” ku yek ji ciwanên desteserkirî ye hatiye nivîsîn:

“Di lîstika Amedsporê de bi awayekî kêfî polîsan ez desteser kirim.

Em 12 heval tevî ku me ti heqaret li Sirûda Îstîklalê nekir, bi hinceta ku ranebûne ser pêyan hatin desteserkirin.

Bêyî ti hincetek û îmzeyekê bi awayekî kêfî vê şevê me li navenda polîsan radiwestînin.”

Wê hesabê herwiha diyar kir ku li navenda polîsan gef li wî hatiye xwarin û îşkenceya derûnî jî li wan kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 763 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:26:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x