Êvara îro balafirên şer yên Tirkiyê bi hêceta hebûna PKKê devera Bradostê dane ber bombeyan.
Rêveberê nahyeya Sîdekan, Karwan Kerîmxan ji bo BasNewsê ragehand ku:”Piştî demjimêr 18ê îro 06.02.2017ê çend balafirên Tirkiiyê bi hêceta henûna PKKê deverên Xwakurk,Birkeme, Lulanê û çend şûnên din dî sînorê bajarokê Sîdekan de bombebarankirin.”
Wî berpirsî herwiha got ku:”Heta niha zerer û ziyanên bombebaranê nayêne zanîn û heta direngiya êvarê jî balafir di esmanê deverê de digeriyan û di encama vê yekê de tirs ketiye,nav xelkên wî sînorî de.”