Bavê wî li ber avahiya HDPyê bû, wî gerîlayî li Şirnexê canê xwe ji dest da

Gerîlayê HPGyê Ramazan Elîçumuşê ku bavê wî li ber avahiya HDPyê ya Amedê bû, li Şirnexê canê xwe ji dest da.

21.09.2023, Per - 11:51

Bavê wî li ber avahiya HDPyê bû, wî gerîlayî li Şirnexê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Operasyona leşkerî ya li gundê Banê yê navçeya Basanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê û li derdora gund didome.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got ku di oparasyona wan de gerîlayê HPGyê Ramazan Elîçumuşê bi nasnav Rênas canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, hat diyarkirin ku cenazeyên gerîlayê HPGyê li Basanê hatiye veşartin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bavê gerîlayê HPGyê Mehmet Halîl Elîçumuş, 3yê Îlona 2019an li ber avahiya HDPyê ya Amedê dest bi “nobetê” kiriye.

Heta niha HPGyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:00:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x