Baydemîr: Referandûma Kurdistan'ê de çi bikeve liser milê min amademe ku bicih bînim

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ragehand ku dê her karekê bo serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê bike.

23.08.2017, Çar - 12:14

Baydemîr: Referandûma Kurdistan'ê de çi bikeve liser milê min amademe ku bicih bînim
Nuçe Belav bike

Siyasetmedarê navdar ê Bakûrê Kurdistan'ê û Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Osman Baydemîr di hevpeyvînek li gel ajansa DİHA'yê de ragihand, pêwîste hemû aliyên Kurdistan'ê yekgirtî bin û hewla dîtina xalên hevbeş li gel yek bidin. Lazime ku Kurd jibo bigehijin netewebûnê her alî de dst bi xebatê bikin.

Osman Baydemîr ragihand, ku gelê Kurdistanê li hemû parçeyan daxwaza mafê xwe, li gor rewşa wî parçeyî dike û dijatiya ti gel û mileteke navçeyê jî nake.

Berdevkê PDG'ê derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistan'ê de jî got, ti tiştek bo serkeftina referandûma serxwebûnê pêwîstbe û bikare bike, xwe jî nade paş û bê merc amadeye her tiştî bike.

Baydemîr ragihand, gelê Başûrê Kurdistanê di Referandûma Serxwebûna Kurdistan'ê de çi biryarekê bide, ew wek Kurdeke Bakûrê Kurdistan'ê rêz li wê biryarê dê bigre.

Herwiha li gor Baydemîr serxwebûna Başûrê Kurdistan'ê bandorek erênî dike ser çareseriya pirsgirêkên gelê Kurdistanê yên li parçeyên din jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1677 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:36:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x