Bedlis: Deng dîsa hatin hejmartin û şaredariyê dest guherî

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê piştî îtiraza li encamên hilbijartinê, deng dîsa hatin hejmartin û encam di berjewendiya Namzedê AK Partiyê Eşref Mutlu de guherî.

04.04.2024, Per - 15:07

Bedlis: Deng dîsa hatin hejmartin û şaredariyê dest guherî
Nuçe Belav bike

Lijneya Hilbijartinan a Norşînê îtirazên AK Partî û DEM Partiyê nirxand û biryar da ku hinek sindoq û hinek dengên ku nederbasdar hatibûn hesibandin, dîsa bên hejmartin.

Piştî hejmartina wan dengan, namzedê AK Partiyê Eşref Mutlu derket rêza yekemîn.

Piştî hejmartina dawiyê encam bi vî rengî derketin:

AK Partî: 4 hezar 313 deng

Yenîden Refah: 4 hezar 297 deng

DEM Partî: 4 hezar 221

CHP: 98 deng

ÎYÎ Partî: 87 deng

Partiya Saadetê: 54 deng

BTP: 47 deng

Partiya Vatanê: 33 deng

TKP: 31 deng

Serokê AK Partiyê yê Parêzgehê Kadîr Kostekçî bal kişand ser wê yekê ku bi amadebûna hemû aliyan, Lijneya Hilbijartinan ya Navçeyê li dengên îtirazkirî vegeriyan û deng dîsa hejmartin û wiha pê da çû:

"Bi biryara Lijneya Hilbijartinan a Norşînê şaredarî derbasî partiya me bû.

Mixabin di pêvajoyê de gelek dengên nederbasdar hatibûn qebûlkirin.

Bi vê biryarê mafê me hat radestkirin. Ez hêvîdar im encam bibin wesileya xêrê."

Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:37:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x