Belgefîlma 'Domane 38' dê li Dêrsîmê bê nîşandan

Belgefîlma "Domane 38" ku behsa Komkujiya Dêrsîmê dike, dê îro Sêşemê 15ê Mijdarê di salvegera darvekirina Seyîd Riza de li Salona Konferansan a Şaredariya Dêrsîmê bê nîşandan.

15.11.2022, Sal - 07:43

Belgefîlma 'Domane 38' dê li Dêrsîmê bê nîşandan
Nuçe Belav bike

Di ser darvekirina serokê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza re 84 sal derbas bûn. Şaredariya Dêrsîmê, dê di salvegera darvekirinê de bi bernameyekê Seyîd Riza bibîr bîne.

Di bîranîna Seyîd Riza de, ku dê îro 15ê Mijdarê li Salona Konferansan a Şaredariya Dêrsîmê bê kirin, dê Belgefîlma "Domane 38" ku ji aliyê Ali Haydar Gozlu ve hatiye kişandin û şahidhalên bûyerê behsa komkujiyê dikin, bê nîşandan.

Di belgefîlma "Domane 38" de ku di dema 6 mehan de hatiye kişandin û li ser platformên sosyal medyayê bi jêr nivîsên Îngilîzî, Kurmancî, Erebî, Soranî û Tirkî hatiye weşandin 15 şahidhal behsa bîranînên xwe dikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:18:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x