Bi serpereştiya HezKurdê kampanyayek bo damezrandina mamosteyên Kurdî hat destpêkirin

Bi serpereştiya Hereketa Zimanê Kurdî li ser medyaya civakî ji bo damezrandina 200 mamosteyên Kurdî bi navê #200KurdceAtama (200 mamostayên din damezirînin) kampanyayek hat destpêkirin.

09.08.2022, Sal - 13:54

Bi serpereştiya HezKurdê kampanyayek bo damezrandina mamosteyên Kurdî hat destpêkirin
Nuçe Belav bike

Şevê din demjimêr 21.00 bi serpereştiya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) li ser twîtterê haştagek bi navê 200 mamostayên din damezirînin, kampanyayek hate vekirin û di nava demeke kurt de kete lîsteya TT a Twîterê.

Bi hezaran kesan ku siyasetmedar, rojnamevan, mamostayên zanîngehan, mamostayên zimanê Kurdî di nava wan de bûn, daxwaz kirin ku 200 mamostayên din jî ji bo dersên zimanê Kurdî bêne damezirandin.

Beşdarên haştagê rêkxistinên navdewletî ên weke UNESCO û Neteweyên Yekbûyî û temamê kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, Serokên Partiyên Opozîsyonê jî tag dikirin û daxwaza piştgiriyê li wan kirin.

Beşdaran digot, em mafê xwe dixwazin, em jî dixwazin weke miletên din bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin û bêparkirina zarokên Kurd ji vî mafî, neheqiyeke mezin e.

Herwiha peyamên xwe gihandin partiyên opozîsyonê jî û gotin, “hûn tên daxwaza dengan ji me dikin, wê demê divê hûn guh bidin daxwazên me û berevaniyê di ber mafên me de bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x