Bîlgîn: Em ê li hember Umît Ozdag hemû rêyên hiqûqî bi kar bînin

Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê heqaret li Şêx Seîd kir û piştî vê yekê jî di raya giştî ya Kurd de rastî bertekan hat û endamên malbata Şêx Seîd gotin ev yek nîşaneya dijmintiya hember Kurdan e. Baroya Diyarbekirê jî li dijî Umît Ozdag gilî tomar kir

18.08.2022, Per - 06:13

Bîlgîn: Em ê li hember Umît Ozdag hemû rêyên hiqûqî bi kar bînin
Nuçe Belav bike

Umît Ozdag ê Serokê Partiya Zafer ji hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva twîtek a Mafnasê Kurd Sidqî Zîlan da û di wê bersivê de heqaret li Şêx Seîd kir. Li ser vê yekê jî heqareta hember Şêx Seîd di raya giştî ya kurd de rastî bertekên tund hat û hat amajekirin ku Şêx Seîd nirxek neteweyî û dîrokî yê Kurd e û kesê heqaretê li Şêx Seîd dike di heman demê de dijmintiya Kurdan dike û helwesta Umît Ozdag wek gavek nijadperest nirxandin.

Parêzer Sidqî Zîlan ji K24ê re ragihand: “Ji xwe di pergala wan a perwerdehiyê de bi awayekî neyînî behsa rêberên Kurdan dikin û herwiha komkujiyên li hember Kurdan hatine kirin jî wek bûyerên pîroz pênase dikin.”

Derbarê heqaretên hember Şêx Seîd de Komeleya Şêx Seîd amaje kir ku bi salan e heman şêwazê sivikatî bi Şêx Seîd tê kirin û ew vê helwestê qebûl nakin. Rêveberên Komeleya Şêx Seîd gotin ew ê hember kesayetên wek Umît Ozdag heta dawiyê hemû rêbazên hiquqî bi kar bînin.

Rêveberê Komeleya Şêx Seîd Abdussamet Bîlgîn ji K24ê re diyar kir: “Em wan gotinan qebûl nakin. Em wan gotinan li Umît Ozdag vedigerînin. Ji bo provakasyonê wisa dike. Gelê Kurd rexneyek tund nîşan da. Bi hiquqî jî heta dawiyê emê biçin.”

Derbarê sivikatiya hember Şêx Seîd de Baroya Diyarbekirê jî ragihand ku li gel Malbata Şêx Seîd li gorî xala 130emîn a Qanûna Cezayê ya Tirkiyê li dijî Umît Ozdag serlêdana tawanê hatiye kirin.

Derbarê gotinên Umît Ozdag de li dozgeriyê dosye hatiye vekirin û di encama lêpirsînê de eger doz were vekirin û Umît Ozdag tawanbar were dîtin dê 2 sal sizayê girtîgehê lê were birîn.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:25:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x