Bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, bi taybetî parêzgehên Colemêrg û Şirnex bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyariya baranê da. Li navçeyên Rihayê jî lehî rabû.

12.04.2023, Çar - 08:43

Bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê
Nuçe Belav bike

Tevî ku meha Nîsanê ye berf û baran û serma li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku bi giştî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baraneke zêde dibare.

Saziya Keşnasiyê dibêje, bi taybetî Şirnex û Colemêrg li bajarên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û egera lehiyê heye. Li herêmê pileyên germê heta 2-4 pile dadikevin û hewa sar dibe.

Li gor Saziya Keşnasiyê, bayekî zêde radibe û ji welatiyan daxwaz daxwaz dike ku tedbîrên xwe werbigrin û eger heye di trafîkê de pirsgirêk derkevin.

Herwiha li parêzgehên Çewlig û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 11ê Nîsanê teyrok barî û bandoreke nerênî li jiyanê kir. 13emîn Rêveberiya Keşnasiyê ya Herêmê bo her du bajaran hişyariya lehiyê da û ji welatiyan daxwaz kir ku baldar bin.

Li navçeyên Xelfetî, Hewag, Serêkaniyê û Sirûcê yên Rihayê jî, doh bi şev piştî barana zêde lehî rabû û hinek mal û erdên xelkê di bin avê de man.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x