Bulgan: Partiyên desthilatê û opozîsyonê rapora me ya perwerdeya Kurdî erênî dîtin

Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan derbarê rapora ku li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî amade kirine û pêşkêşî partiyên siyasî kirine, got, “Hem partiyên desthilatdar û yên opozisyonê rapora me bi erênî pêşwazîkirin. Ev ji bo me pir girîng e.”

25.01.2023, Çar - 14:57

Bulgan: Partiyên desthilatê û opozîsyonê rapora me ya perwerdeya Kurdî erênî dîtin
Nuçe Belav bike

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) derbarê perwerdeya Kurdî de raporeke bi navê “Polîtîkayên Kurdî yên Komara Tirkiyeyê” amade kiribû. Rapora ku ji bo pêşkêşkirina Serokomar, Parlamento, Wezareta Navxwe û Wezareta Perwerdeyê hat amadekirin ji HUDA PAR, Partiya DEVA, HDP, SES, Partiya Pêşerojê, ÎYÎ Partî, CHP û AK Partiyê re hat pêşkêşkirin.

Rapora ku ji 23 xalan pêk tê û bi Tirkî, Îngîlîzî û Kurdî hatiye amadekirin, wê ji saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê û ji saziyên sivîl ên li Ewropayê re jî bê şandin.

Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan ku li stûdyoya Rûdawê ya Stenbolê bû mêvanê Rawîn Stêrk, derbarê rapora navborî û dersên bijarte yên Kurdî de axivî.

Bulgan da zanîn ku wan rapor pêşkêşî rêveberên partiyan kirine û li ser dersên bijarte yên Kurdî yên ku di çarçoveya "Ziman û Zaravayên Zindî" de li dibistanên navîn tên dayîn de hevdîtin pêk anîne.

Bulgan diyar kir ku wan ji bo dersên bijarte yên kurdî serbixwe bin pêşniyar kirine û her wiha diyar kir ku ji bo pirsgirêkên di hilbijartina dersan de hatine jiyîn ji holê bên rakirin.

Fevzî Bulgan diyar kir ku rapora bi navê “Polîtîkayên Kurdî yên Komara Tirkiyeyê” ji aliyê tîmeke akademîsyen ve hatiye amadekirin û ev 2 sal in li ser dixebitin.

Bulgan, anî ziman ku ji aliyê hemû rayedarên partiyê yên ku rapor ji bo wan hatiye pêşkêşkirin ew bi erênî pêşwazî kirine û diyar kir ku Cîgirê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê yê ji bo Polîtîkayên Rojhilata Navîn Salim Ensarioglu ji wan re gotiye, HEZKURD tevgereke sivîl a baş e, ew xebatên wan bi heyranî dişopînim û dê raporê ji Serokê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re bişîne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x