CNK: Êm êrîşên Îranê û Tirkiyê ser Kurdistanê şermezar dikin

CNK êrîşên dewleta Tirkîyeyê û yên dewleta Îranê şermezar kir

21.11.2022, Pts - 14:54

CNK: Êm êrîşên Îranê û Tirkiyê ser Kurdistanê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) bi daxuyaniyeke êrîşên dewleta Tirkîyeyê û yên dewleta Îranê şermezar kir

Daxuyaniya CNK wiha ye:

Kurdistaniyên ezîz dewletên dagirker Tirkiye û Îran bi bahaneyên cûr bir cûr dîsan dest bi êrîşên mûşekî kirine li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê.

Êvara roja 20ê Mijdarê Îranê kampên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) yê li Koyê û Cejnêkanê û baregehên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirgiwêzê bi tûndî bordûmankirin.

Herwiha beriya bi 2 rojan jî Tirkiyê bi balafirên şer û balafirên bêfirokewan bajarên

Kobanî û Girêsipî, Dêrik ê Rojavayê Kurdistanê bi tûndî topbaran kir. Herweha li Başûrê Kurdistanê jî bajarên Qeladizê, Ranye, Soran, Riwanduz û Pênciwên bi tûndî bordûman kir.

Di encama êrîşên artêşa Tirkîyeyê li Rojavayê Kurdistanê herî kêm 13 kes şehîd bûn û bi kêmanî 20 kes jî birîndar bûn.

Ne Îran û ne Tirkiye divê bizanibin bi teknolojiya xwe ya herî dawî bi balafirên xwe yên herî pêşketî yên şer dê ti carî nikaribin rêliber doza neteweyî ya kurd bigirin. Em van êrîşên hovane û dirinde yên Îranê û Tirkiyê bi tûndî şermezar dikin.

Meşrûîyeta Komara Îslamî ya Îranê li navxweyî Îranê nemaye û di serî de şoreşa neteweya kurd li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa milletên Îranê wisa kiriye ku rejima Îranê roj bi roj ber bi rûxanê diçe.

Herwiha Tirkiye careka din bi van êrîşan siyaseta jinavbirina desthilat û serweriya kurdan peyrew dike û bi wan êrîşan mafê serweriya Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê binpê dike.

Em weke Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) careke din piştevaniya xwe ji bo şoreşa Rojhilatê Kurdistanê derdibirin û serxweşiyê li malbatên şehîdên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Di demeke wisa de hêzên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanû divê sengerên xwe mukimtir bikin û li ser parastina berjewendiyên neteweyî yek helwêst bin.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser asta navdewletî daxwazê ji Netewên Yekbûyî û NATOyê Hêzên Hevpeymanên Navdewletî bike da rêliber van êrîşên ne meşrû yên Tirkiyê û Îranê bigirin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê

CNK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:04:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x