Cotyar Adil: Nabe mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bikin mijareke siyasî

Serokê Fermangeha Medya û Zanyarî Cotyar Adil ragihand, eger kêşe di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de zêdetir teknîkî û aborî darayî û îdarî bin, ev têgihiştineke baş e ji aliyê Sûdanî ve, em jî wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me tekezî li ser wê yekê kiriye ku nabe mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bibe mijareke siyasî.

23.09.2023, Cts - 12:07

Cotyar Adil: Nabe mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bikin mijareke siyasî
Nuçe Belav bike

Serokê Fermangeha Medya û Zanyarî Cotyar Adil ragihand, eger kêşe di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de zêdetir teknîkî û aborî darayî û îdarî bin, ev têgihiştineke baş e ji aliyê Sûdanî ve, em jî wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me tekezî li ser wê yekê kiriye ku nabe mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bibe mijareke siyasî.

Cotyar Adil ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand, eger kêşe di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de zêdetir teknîkî û aborî darayî û îdarî bin, ev têgihiştineke baş e ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve, lê belê di vê demê de tê hîskirin ku hinek aliyên siyasî mafên xelkê Herêma Kurdistanê dikin siyasî, em jî wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me tekezî li ser wê yekê kiriye ku nabe mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bibe mijareke siyasî.

Adil destnîşan dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû wan mercên ku di yasaya budceyê de li ser milê wê bûn, cîbicî kirine, lê belê mixabin dîsa beşa budceya Herêma Kurdistanê nehatiya şandin, herwiha em di wê baweriyê de ne ku hinek caran vê mijarê dikin mijareke siyasî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:42:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x