Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, li ser hesabê xwe yê tora civakî Twitterê ragihand ku Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ya Diyarbekirê, bêyî agahdarkirina parêzerên doza Tahîr Elçî, biryara guhdarîkirina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu betal kir. Nahît Eren got; ev biryar li dijî usûlê ye û ne hiqûqî ye.
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de di dema kongreyeke rojnamegerî de li ber Minareya Çarling hatibû kuştin. Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ya Diyarbekirê, li ser daxwaza parêzerên Elçî biryar dabû ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî di dadgehê de wekî şahidhal bê guhdarkirin.
Serokê Baroyê Nahît Eren got; li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê, Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ji beriya roja danişînê û bêyî agahdarkirina parêzeran biryara agahdarkirina Ahmet Davutoglu betal kir. Li gorî ragihandina Nahît Eren, dadgehê ragihandiye ku dê ti sûdeke guhdarîkirina Ahmet Davutoglu ji bo doza Tahîr Elçî nebe û lewma ew biryar betal kiriye.
Li gorî rayedarên Baroya Diyarbekir û parêzerên Tahîr Elçî, ev biryara dadgehê nîşan dide ku armanceke din heye û nayê xwestin ku ev bûyer bê zelalkirin.
Ahmet Davutoglu di serdaneke xwe ya Diyarbekirê de gotibû; kuştina Tahîr Elçî kuştineke siyasî ye.
Serokê Baroya Diyarbekirê bang li Ahmed Davutoglu dike ku derbarê kuştina Tahîr Elçî de tiştên ku dizane ji raya giştî re bibêje.