DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da

DEM Partî dibêje, tevî ku wan skala tomar kiriye, lê Komîsyona Hilbijartinê ya Tirkiyê belgeya erkdariyê ya Şaredariya Bedlîsê daye namzedê AK Partiyê.

06.04.2024, Cts - 10:08

DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera DEM Partiyê, “Di hilbijartinên Şaredariyan de yek ji bajarên ku bi hezaran leşker û polîs weke “hilbijêr” lê hatine veguhestin jî Bedlîs bû. Di hilbijartinê de AK Partiyê 8 hezar û 900 û DEM Partî jî 8 hezar û 702 deng standine. Tevî hilbijêrên ku ji bo bajêr jî hatine veguhestin, cudahiya dengê tenê 188 deng bûn. Di heman demê de 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê nederbasdar hatin hesibandin.”

Diyar kir jî, ji bo deng li tevahiya Bedlîsê jinûve bên hejmartin, Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da, lê ev îtîraz hate redkirin, lê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. Lê tevî wê jî Komîsyona Hilbijartinê ya Tirkiyê belgeya erkdariyê ya Şaredariya Bedlîsê daye namzedê AK Partiyê.

DEM Partiyiyan biryara lijneya hilbijartinê şermezar kir. Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan jî got: “Roja hilbijartinê serî li hin hîleyan dan. Bi çekan ketin polên ku sindoq lê ne, zext li endamên sindoqan kirin. Hêj hilbijartin xelas nebûyî gotin hilbijartin qezenc kirine. Ev di heman demê de sûceke, afirandina ferasetê ye.”

Olan amaje bi wê jî kir, li hin bajaran serlêdanên desthilatê hatine qebûlkirin lê serlêdanên wan nayên qebûlkirin û wiha got: “Divê demildest ev cotstandartî were bidawîkirin. Ev biryareke bêhiqûqî ye. Em ê serî li her derên pêwîst bidin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:16:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x