Dema serlêdana dersên bijarte heta dawiya vê mehê hat dirêjkirin

Sendîkaya Egîtîm Bîr-Sen ku nêzîkî hikûmetê ye ragihand ku dema proseya serlêdana dersên bijarte li dibistanên seretayî û navendî heta dawiya vê mehê hatiye dirêjkirin.

14.01.2023, Cts - 14:25

Dema serlêdana dersên bijarte heta dawiya vê mehê hat dirêjkirin
Nuçe Belav bike

Li dibistanên navendî û seretayî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serlêdanên ji bo dersên bijarte ev heftiyeke destpêkirine, lê Wezareta Perwerdê bi fermî dema destpêkirina dersên bijarte ranegihandibû û biryar bû 20ê Çileya 2023an bi dawî bibe.

Beşek ji sazî û rêxistinên ku bi taybet ji bo hilbijartina dersên bijarteyên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî di nav malbatên Kurd de kampanya dabûn destpêkirin, ji wê yekê nîgeran bûn ku haya piraniya malbatên Kurd ji dersên bijarte nebin û ew negihin kampanyaya xwe ya agahdarkirinê li tevahiya Bakurê Kurdistanê temam bikin.

îro roja Şemiyê 14ê Çileya 2023an ji sendîkaya Egîtîm Bîr-Senê ku sendîkayek nêzîkî hikumetê ye bidesxistine, dema serlêdana dersên bijarte li dibistanan bo heta dawiya vê mehê hatiye dirêjkirin û malbatên Kurd dê bikarin heta wê demê dersên bijarte li dibistan bo zarokên xwe jilbijêrin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Şaxa Amedê ya Egîtîm Bîr-Senê ve hatiye belavkirin jî dema dersên bijarte heta dawiya vê mehê hatiye dirêjkirin.

Sendîkaya navborî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de dibêje: “Li ser daxwaza serokê şaxa me Ramazan Tekdemîr ya bi rêya nivîskî û medyayê, proseya hilbijartina dersên bijarte heta dawiya meha Çile hatiye dirêjkirin. Li ser xêrê be. Em ji bo vî karî spasiya MEBê (Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê) dikin.”

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta dê bi vê biryara nû heta 31ê Çileya 2023an bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:11:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x