Di encamnameya konferansa 'Hevdîtina Aliman' a li Amedê de 'pirsa Kurd' bû rojev

Ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan ango Îttîhadul Ulema ve li Diyarbekirê di 15 û 16ê Cotmehê de bi beşdariya alimên çar parçeyên Kurdistan û gelek welatan Hevdîtina Aliman a 7emîn hat li darxistin û encamnameya bernameyê hat ragihandin.

17.10.2022, Pts - 06:13

Di encamnameya konferansa 'Hevdîtina Aliman' a li Amedê de 'pirsa Kurd' bû rojev
Nuçe Belav bike

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê konferansa “Hevdîtina Heftemîn A Aliman” bi derxistina encamnameyeke 18 xalî dawî li xebata xwe anî. Di encamnameyê de behsa Pirsa Kurd jî hatiye kirin

Di 15-16 Cotmeha 2022an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê konferanseke ji bo zanayên ola îslamê bi navê Hevdîtina Heftemîn A Aliman hat lidarxistin.

Di konferansê de bi giştî 200 kesayetên olî ji welatên cuda cuda yên îslamî beşdar bûbûn. Ji Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hejmarek zanayên olî yên Kurd di konferansê de amade bûbûn.

Kesayetên wek Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê ya Talibanê Zebîhulah Mucahid, Şêx Zahêd Xeznewî, Prof. Dr. Elî Qeredaxî û herwiha Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî di konferansê de beşdar bûn û di konferansê de gotar pêşkêş kirin.

Di du rojên konferansê de 22 kesan gotarên xwendin.

Îro di roja duyem û dawî ya konferansê de, encamnameya konferansê hat pesendkirin ku ji 18 xalan pêk tê û bi ragihandina encamnameyê konferansa “Hevdîtina Heftemîn A Aliman” a li Amedê bi dawî hat.

Encamnameya Hevdîtina Aliman A Heftemîn bi vî awayî ye:

We enzelna îleykez zikre lî tubeyyîne lînnasî ma nuzzîle îleyhîm wele‘ellehum yetefekkerûn.

1- Ûlema, warisên pêxemberan in (‘eleyhîmusselam). ‘Alim bi zimanê pêxemberan diaxivin, bi exlaqê wan biexlaq dibin û doza wan li ser pîya dihêlin.

2- Ji bona îhya û vejîna ummetê, însaniyet dîsa bigihê medeniyetê, musluman û hemî dinya şad be bi azadî û xweşî û seadetê, hewce bi ‘ilm û gihandina ‘alimên rebbanî heye. Ji lew lazime mufredata ‘ilmê, hem ji aliyê fikrî û ‘ilmî ve, hem jî li gorî pêşveçûnên teknolojîyê ve, bê nûkirin.

3- Pêdiviya alimên me her daîm bi vekirîbûna ji nûbûnê re heye, ji bo gihandina rêberên fikrî û siyasî ku wê muslumanan îhya bikin, wan ji bin zulm û kufrê derînin. Her weha divê ‘alimên pêşîvan ên di hemî ‘ilmên hewce de zana û bikêrhatî bên gihandin, da ku însan dîsa qedr û şeref û hurmet û şexsiyeta xwe bi dest bixe; di fêmkirina heyat û şu’ûr û hilkewt û waqiayê de ji me re rêberî bikin.

4- Divê medreseyên şer’î û ûlemayê serokên wan ku nakevin bin tesîr û bandora tu lebateke xeyrî Îslamî û li gorî emr û mesleheta Îslamê, mufredat û bernameya van medreseyan amade dikin, bi awayê ji rê û bingeh û sabîteya wan a eslî neyê dûrkirin, bên piştgirîkirin û zexmkirin.

5- Pêwist e mufredat û bernameyên medreseyên me, bi awayê pêdivî û kêşeyên dewra me çareser bike, bên amadekirin. Divê ûlema, gihandina dawetvanên Îslamê, ji wezîfeyên xwe yên ewwil zanibin.

6- Bi mebesta li pêşveçûnên musbet ên fikrî û teknolojîk li hev bike û rola xwe ya pêşîvaniyê bi heqqî pêk bîne, divê dersên pêwist di bernameya medreseyê de hebin.

7- Ûlema, tenê ne ew meqam e ku gava hewce pê hebe însan serî lê bidin û pirsan jê bipirsin. Ji ber ku warisên pêxember in, divê ûlema weka pêxember digel xelkê hemhal bin, aktîf bin, rojevê bişopînin û diyar bikin, tu demî xwe ji îrşad û rêberiya ummetê nedin paş. Ji bona ummet bi ‘ilmê bilind bibe û pêşve here, lazim e di navbêna ûlema û xelkê de diyalog û hemhaliyeke têr û qewî hebe.

8- Di medeniyeta Îslamê de aliman her zeman çav û bala xwe dane ser amiran, aliman rêveber îdare kirine û dema şaş kirine, ew îqaz kirine. Ev wezîfeya ûlema, hem rêveberên adil hêzdar kiriye, hem jî zirara îdarevanên zalim ên neliyaqî meqam, herî hindik kiriye. Îro ew dem e ku herî zêde pêdivî bi pêkanîna vê fonksiyona aliman heye. Pêwist e alim di her şert û mercê de pêkanîna mesûliyeta xwe ya îqaz û îdarekirinê, berdewam bikin.

9- Derbarê heq û hiqûq û qedrên însan de, her kêşe û pirsgirêk, derd û meseleya aliman e. Pêwist e alim, ji xeberdana pirsgirêkên însaniyet û ummetê û ji wergirtina însîyatîfê, xwe nedin paş. Tu asteng, divê nikaribe ûlema bide paş ji daxilbûna arîşeya Kurd û ji pêkanîna berpirsiyariya vê mijarê.

10- Nijadperestî; di eslê xwe de şeytanî ye, lê di vê dewra me de bûye nexweşiyeke fikrî ya xerbî. Hem dînî hem jî ji aliyê meslehetê ve, tiştekî wê ya parastin û pejirandinê tune ye. Ji ber ku bi xwe li dijî eqîdeya Îslamê ye, di pratîkê de jî dijminê mesleheta ummetê ye; xizmeta neyarên ummetê ye. Heqîqeta ku qewmên musluman dighîne hev, Îslam e.

11- Bi çi bedel û bihayê be bila bibe, ûlema mesûl û berpirsiyar e ku benda biratiya Îslamê biparêze. Alim ji ber ku warisê pêxembere, pêwist e helwesteke serqewmî tevbigere. Razî nabe bi xespkirina heqên muslumanan û ketina pey nijadperestiyê. Ûlema, bi ummetê re ye. Heta her deverê ku taqet û qudreta wî digihêjê, têkilî meseleyên ummetê dibe.

12- Di pey mucadeleya xelkê ya bi deh salan de, bi pêşîvaniya Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê, dawî li îşxala Emrîkayê hat anîn û dewleteke Îslamî hat avakirin. Ev yek ji bo hemî ummeta Îslamê, bûye îftîxar û şahnazî. Di vî warî de ji bona têkiliyên siyasî û aborî û kulturî, di navbêna welatên muslumanan û Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê de pêk bên û pêşve herin; û Emîrtî ji teref hemî welatên muslumanan ve bê naskirin, lazim e ûlema rol û wezîfeyeke girîng bide ser milê xwe.

13- Piştî zafera Efxanistanê, mercên ekonomîk ên ji ber kêşeyên kafirên îşxalker qewimîne, mesûliyetekê dide ser milê ûlema. Birayên me yên Efxanistanê, heta ku bighêjin têrbûneke aborî û îqtîsadî, ûlema xwedî wezîfeke girîng e ku muslumanan sewkî alîkariya wan bikin.

14- Ji bona ku civatên muslumanan îfsad bikin, bernameyên demdirêj tên amadekirin. Ûlema, divê mesûliyetê hilgire, da ku însanên me ji şerrên van şebekeyên îfsadê biparêzin. Hem ji bo şiyarkirina ummetê, lazim e bernameyên demkurt û demdirêj amade bikin.

15- Li ser bîr û baweriyên zarokên me, îdeolojîk dilîzin. Ewladên me ji Îslamê dûr dikin û dikin neyarê Îslamê. Alimên vê dewrê, mesûl in ku bibin muxatabê şertên dewrê. Yên berya me, çawa ku krîzên xwe çareser kirine û ji bo Îslamê deriyên zaferê vekirine, alimên vê dewrê jî xwedî potansiyel in ku pirsgirêkên me, ji xwe re bikin keys û firsend.

16- Yek ji mezintirîn pirsgirêkên dewrê yên ummetê ev e: Li gorî bername û stratejîyên hêzên ecnebî, nesl û nifşên me yên nû, dikin ehlê dinyewî û wan heba dikin bi kêf û zewqê. Pêwist e alimên me, li ber vê xetereya mezin a li dijî ummetê, mesûliyetê bidin ser milê xwe.

17- Emperyalîst, di projeyên xwe yên îfsadê de, heq û huqûqên jinan, bi xerabî bi kar tînin. Divê xebatên îfsadê yên emperyalîstên dinyayê ku di mijara jin û malbatê de pêk tînin, xweşik bên şopandin; heq û hiqûqên jinan bên parastin û mucadela bo hefada civaka Îslamê, bê qewîkirin.

18- Kakila civakan, malbat e. Malbat, li hember hêzên mêtinkar û emperyalist ên dinyayê, kelheke me ya qewî ye. Ûlemayê ummetê, ji bo parastinê malbatê, divê seferber be. Di vê dewra ku bi armanca xerakirina malbatê, jirêderketî û xurifînê dixin bin teminata qanûnê de, ji bo berbendkirina fikr û tevgerên xurifînê, pêwiste ûlema xwe bide pêş û rêberiya civatê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 664 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:41:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x