Dihate texmînkirin ku li Amedê xeniqiye, li Êlihê derkete holê!

Ciwanekî 18 salî, piştî ku li navçeya Farqînê ya Amedê ketibû kanala avê winda bûbû.

18.08.2023, Cum - 07:00

Dihate texmînkirin ku li Amedê xeniqiye, li Êlihê derkete holê!
Nuçe Belav bike

Ciwanekî 18 salî, piştî ku li navçeya Farqînê ya Amedê ketibû kanala avê winda bûbû.

Dihate texmînkirin ku ew ciwan xeniqiye lê li Êlihê li otelekê derkete holê.

Bûyerê, li gundê Canoyê yê navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Rojvan Çerkezogluyê 18 salî, 2 roj berê bi carekê re winda bû.

Piştî demekê cilên Rojvan li kêleka kanala avdaniyê hatin dîtin û hate texmînkirin ku Rojvan di kanalê de xeniqiye.

Xizmên wî û tîmên parastina sivîlan, rojekê di kanalê de lê geriyan lê piştre derkete holê ku li Êlihê ye.

Li gorî zanyariyan, polîsan tesbît kir ku karta krediyê ya Rojvan hatiye bikaranîn.

Piştî ve jî wan dest bi xebatan kir û Rojvan li Êlihê li otelekê hate dîtin.

Polîsan Rojvan ji Êlihê bir û ew da malbata wî.

Li gorî agahiyên ku ILKHAyê dane, ji ber ku wî nexwestiye karên zeviyan bike reviyaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:25:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x