Doza gora Şêx Seîd û hevalên wî îro tê dîtin

Doza ku ji aliyê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê ve ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hatibû vekirin, îro 25ê Nîsana 2023an demjimêr 11:08 li Enqerê birêve diçe.

25.04.2023, Sal - 08:56

Doza gora Şêx Seîd û hevalên wî îro tê dîtin
Nuçe Belav bike

Komeleya Şêx Seîd, roja 23ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandibû: “Yekemîn rûniştina doza ku ji aliyê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê ve ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê dijî Wezareta Navxwe hatibû vekirin, dê 25ê Nîsanê demjimêr 11:08 birêve biçe. Em hêvî dikin biryar erênî be.”

Baroya Amedê, Komeleya Perwerde, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925an de li Amedê hatibûn darvekirin, di 15ê Sibata 2022ê de serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabûn.

Lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bersiva serlêdanê nedabû. Piştî wê, heman rêxistin û saziyan di 15ê Nîsana 2022an de serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê dabûn.

Dadgehê serlêdan qebûl kiribû û ji Wezareta Navxwe daxwaz kiribû “kopyayên erêkirî yên hemû belge û zanyariyên derbarê cihê gora Şêx Seîd” de bo dadgehê bên şandin.

Şêx Seîd rêberê şoreşa Kurdan a li Bakurê Kurdistanê ya di sala 1925an de bû ku piştî têkçûna şoreşê, ew û 46 hevalên xwe ji aliyê desthilata wê demê ya Tirkiyê li Amedê hatibûn darvekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x