Êlih: Zarokê 5 salî xwişka xwe ya 2 salî kuşt

Li navçeya Sasonê ya Êliha Bakurê Kurdistanê zarokekî 5 salî, bi çifteya bavê xwe xwişka xwe ya 2 salî kuşt.

22.08.2023, Sal - 09:39

Êlih: Zarokê 5 salî xwişka xwe ya 2 salî kuşt
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan li gundê Cilkansê yê Sasonê, dema zarokê bi navê Y.E.Ç. bi çifteya bavê xwe dilîst bêhemdê xwe gule berda xwîşka xwe ya 2 salî.

Di bûyerê de D.Çya 2 salî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê D.Ç. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê.

D.Çya 2 salî, tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:52:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x