Erdhejeke bi hêza 7.4 pileyan li Bakurê Kurdistanê çêbû: Di bin kavilan de mirov hene

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 7.4 pile erdhejek çêbû û li seranserî bajarên Bakurê Kurdistanê û heta Hewlêr û gelek bajarên Tirkiyê jî hat hestkirin. Li gor agahiyên destpêkê ji ber erdhejê li Mereşê û bajarên derdorê hejmarek avahî hilweşiyane û qurbanî jî hebûne. Li gor daxuyaniya AFADê 76 kesan canê xwe ji dest dan, 440 kes jî birîndar bûn.

06.02.2023, Pts - 07:23

Erdhejeke bi hêza 7.4 pileyan li Bakurê Kurdistanê çêbû: Di bin kavilan de mirov hene
Nuçe Belav bike

Navenda Tomarkirina Erdehejan a Kandîllî ya Tirkiyê ragihand ku îro roja Duşemê 6ê Sibata 2023an li bajarê Girgumê yê Bakurê Kurdistanê di demjimêr 04.17ê erdhejek bi hêza 7.4 pileyên rîxterê çêbûye.

Li gorî agahiyên li ser malpera Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) li navçeya Bazarcix a Mereşê di demjimêr 04:17an de erdhej pêk hat.

Erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye û li gelek bajaran hat hîskirin, zêdetirî 30 saniyeyan dewam kir.

AFAD: 76 kesan canê xwe ji dest dan, 440 kes jî birîndar bûn

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê AFADê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji demjimêr 06.30an pê ve 42 erdhej pêk hatin ku ya herî mezin bi hêza 6,6an bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erdhej li parêzgehan bi taybetî li Mereş, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Dîlok, Riha, Amed, Meletî û Edeneyê bi tundî hat hîskirin.

AFADê got, “Li gorî agahiyên destpêkê yên ji SAKOMê hatin girtin, heta niha li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî û Edeneyê 76 kesan canê xwe ji dest dan, li Mereş, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Dîlok, Riha, Amed, Meletî û Edeneyê 440 welatiyên me birîndar bûn.”

Li Dîlokê bi hêza 6,4 û 6,5an erdhej çêbûn

Li aliyê din AFADê ragihand ku di demjimêr 04.26an de erdhejeke bi hêza 6,4 pêk hat ku navenda erdhejê navçeya Nurdagi ya Dîlokê bûye.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFADê, erdhej di demjimêr 04.36an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê pêk hat.

Erdheja bi mezinahiya 6,5 rîxter 9,77 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Ji bilî Mereşê ji ber erdhejê li Dîlok, Meletî, Êlih, Çewlig, Xarpêt, Kilîs, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye û Hatayê hat hîskirin, welatî ji ber erdhejê ji malên xwe derketin.

Li gelek bajaran mirî û birîndar hene

Parêzgarê Osmaniyeyê Erdînç Yilmaz diyar kir ku li bajêr 34 avahî hilweşiyane, 5 kesan canê xwe ji dest dane û xebatên rizgarkirinê jî berdewam dikin.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan ragihand ku ji ber erdhejê 16 avahî hilweşiyane, 17 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê di erdheja ku li Mereşê pêk hat de avahiyeke 8 qatî hilweşiya. Hat diyarkirin ku xebatên rizgarkirinê ji bo kesên di bin kavilan de mane berdewam dike.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su daxuyanî da û got, “6 avahî hilweşiyan, 6 welatiyên me canê xwe ji dest dan, 79 welatiyên me jî birîndar bûne.”

Parêzgarê Meletiyê Hulusî Şahîn jî diyar kir ku di erdhejê de heta niha 23 kesan canê xwe ji dest dane, 420 kes birîndar bûne, 140 avahî hilweşiyane.

Li gelek bajaran avahî hilweşiyane

Ji ber erdhejê li Mereş, Kilîs, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Meletî û Hatayê hin avahî hilweşiyan.

Li parêzgehên herêmê ku dem bi dem erdhej lê dibin, bi koordîneya parêzgariyan maseyên krîzê hatin avakirin.

Li herêmên ku avahiyên hilweşiyane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.

Daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî erdhejê daxuyaniyek da û got, “Me alarmeke bi asta 4 ragihand. Ev asteke ku alîkarî ji rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî tê jî xwestin. Heta niha zêdetirî 6 erdhejên piştî ya yekem rû dane ku ya herî mezin 6,6 e.”

Daxuyaniya Parêzgarê Dîlokê

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul li ser erdheja bi hêza 7,4an a ku navenda wê Bazarcix a Mereşê ye got, “Ji kêliya destpêkê heta niha 657 rapor gihîştine me, hemû hatin nirxandin, li seranserê erdhejê 531 erdhej hilweşîn hene.”

Li Mereşê teqînek pêk hat

Piştî erdhejê li herêmeke Mereşê teqîneke mezin rû da.

Piştî erdheja 7,4an ji AFADê hişyarî

Li aliyê din Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) piştî erdheja bi hêza 7,4an li ser têkiliya bi telefonan hişyarî da.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya AFAD hat dayîn de hat gotin, “Di karesat û rewşa awarte de peywendiya bênavber girîng e. Têkiliyên xwe bi servîsa mesajên kurt (SMS) û mesajên ji înternetê bişînin.”

Daxuyaniya Parêzgariya Semsûrê

Parêzgarê Semsûrê Mahmut Çuhadar beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û li ser rewşa dawî ya herêmê axivî. Mahmut Çuhadar diyar kir ku xebatên tespîtkirina xisarê dewam dikin û avahiyên mezin hilweşiyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:20:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x