Erdogan dê serdana Diyarbekirê bike

AKP roja 15ê Cotmehê li Diyarbekirê mîtîngekê saz dike. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî serdana Diyarbekirê dike.

11.10.2022, Sal - 09:45

Erdogan dê serdana Diyarbekirê bike
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêşdanê (AKP) û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan roja 15ê Cotmehê serdana Diyarbekirê dike. Erdogan dê beşdarî mîtînga partiya xwe ya li Qada Îstasyonê û merasîma vekirina çend projeyan bibe.

Tê çaverêkirin, Erdogan di mîtîngê de behsa pirsgirêka Kurd û gavên ku di heyama desthilata AKP de hatine avêtin bike. Li gorî zanyariyan, Erdogan dê di heman rojê de beşdarî hin çalakiyên Festîvala Riya Çandê ya Sûrê jî bibe.

Erdogan, ji bo hilbijartinên giştî yên 2023an daxwaza zêdetir dengên Kurdan dike. Di hilbijartinên giştî yên 2018an de AK Partiyê li Diyarbekirê, bi sedî 21,5ê dengan 3 kursî, HDP’ê ji sedî 65,5ê dengan 9 kursî bidest xistibûn.

Erdogan, di serdana xwe ya dawî ya Diyarbekirê de gotibû ku; ne wan dawî li pêvajoya çaresiyê aniye û aliyê HDPê bi wê yekê tometbar kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x