Erdogan: Di navbera me û Sînan Ogan de ti bazar çênebûye

Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan spasiya Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan kir ku piştevaniya xwe ji bo wî ragihand. Erdogan got: “Ez spasiya wî dikim. Di navbera me û Sînan Ogan de qet bazarî çênebû. Dibe ku avakirina Wezareta Afatê bikeve rojevê.”

23.05.2023, Sal - 07:46

Erdogan: Di navbera me û Sînan Ogan de ti bazar çênebûye
Nuçe Belav bike

Di hevpeyvîneke bi medyayên welatê xwe re, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got her ji destpêkê ew piştgiriyê dide vegera xwebexş a koçberên Sûriyê û heya niha jî 560 hezar koçber vegeryane navçeyên Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de.

Erdogan got: “Çi qas erdê Sûriyê ji terorê were paqjikirin, dê ew qasî zêdetir koçberên vegerin û ev pirs jî di civînên Moskowê yên di navbera Sûriyê, Tirkiyê, Îran û Rûsya hatiye gotûbêj kirin. Encamên dilxweşker hebûne, di qonaxa yekem de dê kar liser vegerandina miylonek koçberan bikin û dê pilaneke taybet jê re danin.

Duh Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan ragihand ku di gera duyem a Hilbijartina Serokomariyê da ew dê piştgiriyê bidin Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û wiha got: "Ez ji dengderên me yên ku di gera ewil de deng dane me re dibêjim di gera duyem de bila piştgiriyê bidin Birêz Erdogan."

Ji bo piştevanî Sînan Ogan, Erdogan spasiya wî kir û got: “Di navbera me û Sînan de teqez ti bazar çênebû, lê dibe ku avakirina Wezareta Afatê were rojevê pêş. Sînan Bey helwesta me ya di warê têkoşîna li dijî terorê baş dizane.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x