HAK-PAR: Divê kurdî jî bibe zimanê fermî!

Roja Zımanê Dayıkê ya Navneteweyî pîroz be

21.02.2024, Çar - 08:09

HAK-PAR: Divê kurdî jî bibe zimanê fermî!
Nuçe Belav bike

Her sal 21ê Sibatê li seranserê cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî tê pîrozkirin.

21ê Sibatê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek roja têkoşîna li dijî kolonyalîzmê hat ragihandin.

UNESCOyê jî di sala 1999an de îro wek roja navneteweyî ya zimanê dayikê qebûl kir.

Zimanên cuda bîranîn, mîrateya hevpar û dewlemendiya mirovahiyê ne.

Dewletên kolonyalîst ne tenê çavkaniyên binerd û sererd ên welatên ku kolonî kirin talan kirin, ser de jî çand û zimanên gelên kolonoyan jî qedexe kirin, bi polîtîkayên asîmîlasyonê hewl dan wan tine bikin, an jî heqaret kirin.

Zimanê zikmakî parçeyek ji hebûna me ye û di pêkhatin û ragihandina hişmendiya neteweyî de amûra bingehîn e. Êriş û qedexeya li ser ziman wek sûcê mirovahiyê tê dîtin.

Îro li cîhanê 2500 ziman bi windabûnê re rû bi rû ne.

Lii Tirkiyeyê 18 ziman di bin xetera tunebûnê de ne. Zaravayê dimilî yê kurdî yek ji wan e.

Yekser piştî damezrandina komara Tirkiyê, hebûna kurdan û zimanê kurdî yê zikmakî hat înkarkirin; Zêdeyî 20 mîlyon Kurd bi mekanîzmayên zordestiya giran û polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar hatin hîştin.

Lê têkoşîna ji bo axaftin û nivîsandina kurdî tevî bedelên giran jî bênavber het niha berdewam kir.

Ev têkoşîna bi rûmet hê jî didome.

Ji ber ku kurd îro jî bi zimanê xwe yê zikmakî bê perwerde ne. Kurdî îro di qada giştî û di gelek qadên jiyanê de nayê bikaranîn.

Li herêmên ku kurdî bi rastî tê bikaranîn garantiya qanûnî tune.

Komara Tirkiyê madeyên Peymana Lozanê yên di derbarê bikaranîna azad a zimanên zikmakî de bi cih nayîne, ji bo ku Kurd û zarokên Kurd jî ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê sûd wernegirin, di gelek peymanên navneteweyî de astengan çêdike.

Em vê siyasetê û hewldanên asîmîlasyonê şermezar dikin.

Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn ê mirovan e.

Weke HAK-PAR em daxwaz dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî ku yek ji zimanên herî dewlemend ên cîhanê tê dîtin, bên rakirin, di qadên giştî de bi serbestî bê bikaranîn, zarokên kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin, û zimanê kurdî li kêleka tirkî bibe zimanê fermî.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 713 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x