Hak Parê namzedê xwe yê Amedê ragihand

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par), bi beşdarbûna KDP-Kurd û Tevgera Azadî namzedê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amed'ê Mehmet Şah Eren ragihand.

20.02.2024, Sal - 18:10

Hak Parê namzedê xwe yê Amedê ragihand
Nuçe Belav bike

Namzed Mehmetşah Eren di daxûyanîya xwe de ev gotin anîn ziman:

"Rêzdar, serokên HAK-PAR, KDP-KÛRD Û TEVGERA AZADİ,

Gelê Amedê û rêhevalên min ên hêja.

Rojnamevanên hêja ku çav û guhê civaka me ne.

Armanca me ji hilbijartinan ew e ku di vê pêvajoya bilindbûna hesasiyeta siyasî de daxwazên bingehîn ên gelê Kurd derxin pêş.

Divê qedera gelê Kurd ne di destê partiyên avaker û yên ku enerjiya gelê Kurd ji bo kemalîstan bikar tînin be.

Divê ewlad/zarokên gelê kurd çarenûsa xwe diyar bikin.

Berjewendiyên gelê Kurd, daxwaz û pirsgirêkên gelê Kurd wê di bingehê siyaseta me de cih bigre.

Emê rê û siyaseteke wisa bidin ber xwe ku di navenda wê de rojeva kurdan, berjewendiyên kurdan û daxwazên kurdan pirsa bingehîn be.

Weke namzetê şaredarê HAK-PAR, em soz didin ku bi feraseta 'Şaredariya welatparêz' di qada rêveberiyên herêmî de xebateke mînak bidin meşandin.

Em ê derfetên ku jin û ciwan di hilberînê de cih bigirin û bibin xwedî kar biafirînin.

Em ê li bajarên xwe qadên jiyanê yên bi ewle ku bi bajarên hemdem ên cîhanê re bên berawirdkirin ava bikin.

Em ê ziman, çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî biparêzin û pêşva bibin.

Em daxwaza piştgiriya we dikin ku siyasetek bajarî ya nûjen, plansazkirî, paqij, hawirdorparêz, li ser bingeha mirovan û domdar pêk bînin.

Em ê bi gelê xwe re bin û şaredariya beşdar pêk bînin.

Ez we hemûyan bi rêz silav dikim."

Mehmet şah EREN

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN (HAK-PAR)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:22:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x