Hevjîna xwe, hevlingê xwe û kurê hevlingê xwe yê 9 salî kuştin

Li navçeya Semsatê ya Semsûrê, mêrekî hevjîna xwe, hevlingê û kûrê hevlingê xwe yê 9 salî bi demançeyê kuştin.

27.02.2024, Sal - 07:07

Hevjîna xwe, hevlingê xwe û kurê hevlingê xwe yê 9 salî kuştin
Nuçe Belav bike

Li gundê Bîrikê yê Semsatê îro berê sibehê kesê bi navê Qasim A. ji ber sedemeke nediyar bi demançeyê gule li hevjîna xwe navê Tugba A., hevlingê xwe Abidîn A. û kurê hevlingê xwe yê 9 salî Mustafa A. reşandin û ew bi giranî birîndar kirin.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên Semsat, Kolik û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî her sê birîndaran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Cendirmeyan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Li hêla din, gumanbar heta niha jî nehatiye desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x