HEZKURD bo Wezareta Perwerdeyê: Bila dersa Kurdî bibe mecbûrî

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) derbarê zimanê Kurdî de pêşniyarek pêşkêşî Serokkomarî, Parlamento, Wezareta Perwerdê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kir û têde daxwaz kir ku dersên Kurdî li dibistanan heftiyê herî kêm 2 demjimêr bên dayîn û ew ders neçarî bin.

31.01.2023, Sal - 06:56

HEZKURD bo Wezareta Perwerdeyê: Bila dersa Kurdî bibe mecbûrî
Nuçe Belav bike

Hereketa Zimanê Kurdî ku ev dû sal in derbarê dersên bijarte yên Kurdî de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kampanya dane destpêkirin, derbarê çareserkirina pisgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê de pêşniyarek pêşkêşî Serokomarî, Parlamento, Wezareta Perwerdê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kir.

HEZKURDê di pêşniyara xwe ya çareseriyê de ji saziyên navborî yên Tirkiyê daxwaz kir ku dersên Kurdî li dibistanan herî kêm 2 demjimêr bên dayîn û ew ders neçarî bin.

HEZKURDê bang li hikumeta Tirkiyê kiriye ku dersên Kurdî ji statûya bijarteyê bên derxistin û heta pola dawiyê ya dibistanên amadehiyê neçarî bin.

Di pêşniyara xwe de HEZKURDê diyar kiriye ku bi neçarîbûna dersên Kurdî li dibistanan dê welatî mafê parastina hebûna xwe û ber bi pêşvebirina wê bikar bînin.

HEZKURD dibêje: “Li gor me eger ev ziman (Kurmancî û Zazakî) li welatê me weke dersên neçarî bên xwendin, ev yek dê bibe sedema nêzîkbûna welatiyên ji grûbên cuda yên etnîkî. Ji ber ku kesê zimanekî nû fêr dibe, bêhtir xwe nêzîkî wan kesên ku bi wî zimanî diaxivin, dibînin.”

HEZKURD herwiha diyar dike ku daxuyaniyên hemû partiyên siyasî yên li ser bikaranîna vî mafî gelek girîng in, lê ev daxuyanî rê li ber zirarên qedexeyên li ser ziman nagirin û dibêje: Ev xisar tenê bi zêdekirina zimanên navborî di perwerdeya fermî de dikare ji holê rabe.

Pêşniyara me ya duyem jî ev e: Werin em civînekê li dar bixin û tê de hemû alî (hikûmet, partî, rêxistinên sivîl, hunermend...) beşdar bibin. Em hêvî dikin ku hûn jî bixwazin beşdarî vê civînê bibin û bi hev re têkilî daynin.”

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 15 heta 20 milyon Kurd hene, lê heta niha ji bilî vekirina beşên Kurdî û masterê li çend zanîngehan ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêbeş in. Tenê sala 2012an zimanê Kurdî di statûya dersa bijarte de li dibistanan tê xwendin, lê hikumeta Tirkiyê bi temamî astengiyên li pêşiya wê proseyê jî ranekirine. Ji ber ku HEZKURD dibêje di sala 2022an derdora 25.00 hezar kesan dersên bijarte yên Kurdî hilbijartibûn û pêdiviya wan xwendekran bi 200 mamosteyan hebû, lê hikumeta Tirkiyê bo wê salê tenê 3 mamosteyên Kurdî li dibistanan damezrandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x