HezKurd: Bi tayînkirina 200 mamosteyên din dê hêviyên tayînkirina ciwanên me yên ku berê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne çareser bike.
Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi beşdariya aktîvîst û siyasetmedaran ji bo zêdetir mamosteyên zimanê Kurdî li dibistanên fermî werin tayînkirin, li Stenbolê daxuyaniyek da.
Siyasetmedarê ji AK Partî Abdurrahman Kurt û Serokê Partiya Deng Ayhan Bîlgen jî bo piştgiriyê, beşdarî civîna bo zimanê Kurdî bûn.
Wezareta Perwerdehî ya Tirkiyeyê herî dawî bo beşên cuda 20 hezar mamoste bo beşên cuda tayîn kir, lê ji bo zimanê Kurdî ku wek derseke bijarte tê dayîn tenê 3 mamosteyên Kurdî wezîfedar kiribû û ev jî li aliyê Kurdan bû sedema nerazîbûnan.
Daxuyaniya HezKurdê:
Ji çapemenî û raya giştî re
Wekî ku hûn jî dizanin, sîyaseta giştî ya dewletê û pêkanînên hikûmetên berê li ber zimanê kurdî astengek cidî çêkiribû. Civak jî hinekî li gorî van qedexe û zextan dimeşiya û zimanê kurdî hema hema li ber mirinê mabû.
Di dawiyê de ji sala 2012an de ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Netewî ango dewletê biryar hat dayîn ku dersên kurdî her çend bijartî bibe jî bên dayîn.
Ev ji bo me xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ji ber ku nêrîna dewletê ya li ser kurdî hinekî nerm bûye û ev rewş li ser civakê bandorên erênî kiriye. Ji ber ku dersên bijarte yên kurdî tên dayîn, hin berpirsyarî anîne ser milê rayedaran. Şiyana radestkirina van dersan bi awayekî saxlem bê guman girêdayî zelalbûna proseya hilbijartinê, dilpakiya berpirsên vê mijarê û piştre jî destnîşankirina mamosteyên têra xwe ye.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî ragihand ku îsal 20 hezar xwendekarî kurdî hilbijartiye. Helbet pêwîst e mamostayên bi kalîte û jêhatî bên destnîşan kirin û belge bên dabînkirin, lê hatiye ragihandin ku di sala bê ya xwendinê de ji bo zazakî (1) ji bo kurmancî (2) mamosta tên destnîşankirin.
Em hemû dizanin ku ev tayinkirin dê li gorî tercîhan têrê neke û ev ê nikaribe hewcedariyên xwe pêk bîne û ji sembolîkbûnê wêdetir dernekeve. Divê tayinên plankirî ji nû ve bên nirxandin û giheştine asteke ku bikaribe pêdiviyan bi cih bîne.
Em wisa difikirin ku 200 mamosteyên Kurdî dikarin vê hewcedariyê bi cih bînin. Bi tayînkirina 200 mamosteyên din dê hêviyên tayînkirina ciwanên me yên ku berê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne çareser bike.
Em hêvî dikin ku rayedar di vî warî de erka xwe pêk bînin. Kî ji bo zimanê kurdî çi bike, teqez dê bersiveke erênî jê re bê dayin û di nav civakê de cihekî rêzdar bigire. Zarokên me îradeya hînbûna zimanê xwe nîşan dane. Nêzîkatiya pozîtîf a perwerdehiya ziman ku yek ji mafên herî bingehîn e, têgîneke girîng a şaristaniyê ye. Em dixwazin ji bo bikaranîna vî mafî derfetên têrker bên afirandin. Em li bendê ne ku rayedar di qadên ku berpirsyar in de gavên cidîtir bavêjin.