HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayan eşkere kir ku 19ê Adarê li Zapê canê xwe ji dest daye.

05.04.2024, Cum - 09:39

HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir
Nuçe Belav bike

HPGyê ragihand ku gerîlayan 19ê Adara îsal li Zapê çalakiyek li dar xistiye û di navbera gerîlayan û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî daxuyaniyê, di van şer û pevçûnan de du gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Agahiyên li ser nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Dîlara Olmeza bi nasnavê Ekîn Rodî li Amedê hatiye dinê û sala 2014an tevî refên gerîlayan bûye.

Kemal Merwan Oso bi nasnavê Canşêr Şêrawa jî li Efrînê ji dayîk bûye.

HPGyê da zanîn ku Canşêr Şêrawa sala 2018an dema Tirkiyeyê êrişî Efrînê dikir birîndar bûye û paşê biryar daye tevî refên gerîlayan bibe.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:10:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x