Îsal 50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lîsteya kontenjanên mamosteyan eşkere kir û îsal ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

24.03.2023, Cum - 09:00

Îsal 50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand, îsal li seraserê Tirkiyê 45 hezar mamoste dê werin tayînkirin, pêşserlêdan dê di navbera rojên 27ê Adarê – 1ê Nîsanê de werin wergirtin, erkdarkirin jî dê di roja 8ê Gulanê de were kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin ku îsal ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15, bi bi giştî 50 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

Mahmut Ozer eşkere kir: "Em ê di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayînkirinê yên namzedên mamostetiyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x