Ji bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ji bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde û lehiyê da.

03.10.2023, Sal - 06:55

Ji bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê
Nuçe Belav bike

Herwiha Rêveberiya Keşnasiyê ji welatiyên wan parêzgehan xwest ku li hemberî egera lehiyan tedbîrên pêwîst wergirin.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî pêşbiniyên wan dê li parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Xarpet, Mûş, Bedlîs, Agirî, Wan, Şirnex û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Rêveberiya navborî bang li welatiyên li wan parêzgehan kir ku li hemberî bandorên neyînî yên avhewayê yên wekî rabûna lehiyê, herikîna axê, brûsk û astengiyên di çûn û hatinê de tedbîrên pêwîst wergirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x