Ji bo 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 5 parêzgehên Tirkiyê baraneke zêde dibare û divê ji bo egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

29.04.2023, Cts - 11:49

Ji bo 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Şemiyê 29ê Nîsana 2023an ji bo 20 parêzgehan hişyariya lehiyê da ku 15 parêzgeh ên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gor daxuyaniya saziya navborî li parêzgehên Erzîngan, Dêrsim, Erzerom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Amed, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê dê baraneke zêde bibare û eger heye lehî rabe.

Her wiha hişyarî hatiye dayîn ku ligel lehiyê li çend parêzgehan ba û bahoz jî dê çêbibe û li beramber firîna ban û serbanên mal û dikanan divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Her wiha heman hişyarî ji bo parêzgehên Kocaeli, Sakarya, Bursa, Bilecik û Kutahya yên Tirkiyê jî hatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x