Ji bo 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo roja Pêncşemê li 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 2 parêzgehên Tirkiyê hişyariya barana zêde da û ragihandiye ku divê ji ber egera lehiyê tedbîrê pêwîst bên wergirtin.

20.04.2023, Per - 06:04

Ji bo 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî a Tirkiyê roja Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an li parêzgehên Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Erzîngan, Erzerom, Agirî, Mereş, Semsûr, Meletî, Xarpêt, Amed û Riha yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Osmaniye û Edene yên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye. Herwiha li çend parêzgehan ligel baranê dê ba û bahoz jî çêbibe.

Saziya navborî ragihandiye ku dê bi giştî li 19 parêzgehan baraneke zêde, li cihên bilind jî berf bibare. Tê pêşbînîkirin ku heta roja yekemîn ya Cejna Remezanê Înê serê sibê jî berdewam be.

Herwiha li parêzgehên herêma erdhejê Mereş, Semsûr û Meletiyê jî hişyarî hatiye dayîn ku li gor egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin û ku piraniya xelkê li derve di çadiran de dimînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x