Ji bo 5 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku li 2 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehên Tirkiyê dê baraneke gur bibare û divê ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

23.06.2023, Cum - 09:14

Ji bo 5 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiye roja Înê 23ê Hezîrana 2023an ji bo parêzgehên Çewlig û Erzerom ên Bakurê Kurdistanê û ji bo parêzgehên Trabzon, Artvin û Rize yên Tirkiye hişyariya barana gur daye.

Li gor daxuyaniya saziya navborî dê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare lê li parêzgehên Çewlig û Erzeromê egera lehiyê heye.

Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku li Deryaya Spî jî dê ba û bahoz hebe û ji bo rewşên nerênî di çûnûhatinê de çênebin divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x