Ji bo Wan û Bedlîsê hişyariya baranê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyeyê hişyariya baranê da.

12.10.2023, Per - 06:14

Ji bo Wan û Bedlîsê hişyariya baranê
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro demjimêrên nîvro li Wan û Bedlîsê barana gur dest pê dike.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî hewa ewravî ye.

Pileya germê îro li Bedlîsê 19, li Wanê 18, li Qersê 16, li Erziromê 17, li Amedê 29 û li Rihayê jî 28 e.

Ji aliyê din ve, doh li Çiyayê Agiriyê û herêmên bilind ên navçeya Geverê ya Colemêrgê berf bariya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:56:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x