Şêniyên gundê Kîwexê ku 130 xanî tê de hene û xwediyên wî gundî li welatên Almanya, Belçîka û Holandayê dijîn, di çarçoveya "Projeya Vegera bo Gund" de ji bo cih û warê xwe hatine vexwendin.
Destpêkê 5 malbatên ku li Almanyayê dijîn, biryar dane ku vegerin gundê xwe û li gund xebatên çêkirina rê û avakirina jêrxana av û elektrîkê dest pê kirine.
Êzidiyên ku vegeriyane gundê xwe, dest bi nûkirina xaniyên xwe kirine.
Rêveberê Çand û Geştyariya Şirnexê Hazim Ucun diyar kiriye ku gundê Kîwexê li parêzgeha Şirnexê yekane gundê Êzidiyan e ku hatiye valakirin, tevî derbasbûna salên borî jî, gund reseniya xwe winda nekiriye û ew dixwazin him di warê jiyanê de û him jî di warê geştiyariyê de sûdê ji gundê Kîwexê werbigrin.