Leyla Zana diçe Wanê

Siyasetmedara Kurd a navdar Leyla Zana ji bo ku piştigiriyê bide Abdullah Zeydan diçe Wanê.

03.04.2024, Çar - 10:24

Leyla Zana diçe Wanê
Nuçe Belav bike

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Xelk piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên Bakurê Kurdistanê daket kolanan û polîsan êrişî xelkê kir.

Herwiha gelek aliyên siyasî û kesayetên darîçav jî bertekên tund nîşanî vê biryarê dan.

Li hêla din, gelek kesayetên siyasî ragihand ku dê ji bo piştgirîdayîna Zeydan biçin Wanê.

Piştî van bertek û biryaran Parêzgeriya Wanê qedexeyek ragihand ku dê 15 rojan berdewam bike û destnîşan kir dê rê nedin xelk ji derve here Wanê.

Yek ji wan kesan jî Leyla Zana ye.

Leyla Zana piştî ku çend salan bê deng mabû îsal daketibû qadan û tevî xebatên DEM Partiyê bûbû.

Hat ragihandin ku dê Zana îro here Wanê û li kêlka Abdullah Zeydan û gelê Wanê bajêr be.

Platforma Bajêr a Amedê jî diçe Wanê

Platforma Bajêr a Amedê jî ragihand ku dê ew jî îro herin Wanê û got, “Em li hêviyê ne ku ji vê biryara şaş vegerin û rêzê li îradeya gelê Wanê bigirin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 258 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:29:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x