Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê geştên asmanî hatin betalkirin

Li parêzgehên Mereş, Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê û rewşa nerênî ya keşûhewayê çend geştên asmanî hatin betalkirin.

04.02.2023, Cts - 13:32

Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê geştên asmanî hatin betalkirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Rihayê îro Yekşemê 4ê Sibata 2023an di demjimêrên sibehê de barîna berfê zêde bûye û ligel berfê mesafeya dîtinê kêm bûye. Herwiha ji ber vê yekê jî geştên bo parêzgehên Stenbol û Enqerê yên Tirkiyê hatine betal kirin.

Saziya berpirs ragihandiye ku di demjimêrên êvarî de jî geştên hatine diyarkirin dê li gor rewşa hewayê bên nirxandin û encamek bê ragihandin.

Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê jî bi heman sedemê Rêyên Asmanî ya Tirk (THY) 238 geştên di navbear 5 û 6ê Sibata 2023an de betal kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:26:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x