Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê lehî rabû

Li parêzgehên Wan, Îdîr û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê piştî baraneke bihêz lehî rabû û lehiyê bandorek nerênî li jiyana welatiyan kir.

30.08.2023, Çar - 05:48

Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê lehî rabû
Nuçe Belav bike

Roja Sêşemê di demjimêrên nîvro de li parêzgeha Wanê baran bariya.

Baran di demjimêrên êvarê de gûrtir bû û li çend tax û kolanên navçeyên Payîzava û Rêya Armûşê bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê dîwarên beşek bax û bexçeyên welatiyan hilweşiyan û av û herî ket hindirê çend xaniyan.

Piştî lehiyê beşek ji rêûrêbar hatin girtin û tîmên şaredariyê ji bo vekirina wan dest bi xebatan kirin.

Rêveberê Çandinî û Daristanan yê Wanê çû navçeyên lehiyê û li wan navçeyan lêkolîn kir.

Li taxên Yenîmahelle, Bostanîçî, Karşiyaka û Karakoç ên navçeya Rêya Armûşê jî beşek ji cok û rûbar bi serdeçûn û avê avêt hinek mal û kargehên welatiyan.

Parêzgariya Wanê ji bo Sêşemê li ser hesaba xwe ya medya civakî hişyarî dabû.

Parêzgariyê ji welatiyan daxwaz kiribû ku li ser egera lehî, birûsk, teyrok û bayê bihêz tedbîrên pêwîst werbigrin.

Îdir

Li aliyê din li navçeyên bilind ên parêzgeha Îdirê jî barana zêde bû sedema lehiyê.

Li gundê Zorê yê navçeya Îdirê piştî baranê lehî rabû û asta ava rûbarê ya di nav gund re derbas dibe gelek zêde bû.

Erzîngan

Li navçeya Cîmînê ya parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê jî bi heman awayî piştî baranê lehî rabû.

Li wê derê jî ji ber lehiyê cok û avêrêjên navçeyê xitimîn û rê hatin girtin.

Parêzgarê Erzînganê Hamza Aydogdu çû navçeyê û ragihand ku ti zererên canî çênebûne û tîman her cor tedbîr wergirtine.

Hamza Aydogdu got, "Niha em li navçeya me ya Cîmînê ne. Weke hûn dibînin ji ber baranan ava rûbaran biserdeçûye.

Lê spas bo xwedê zererên canî û maddî nîn in. Tîmên me yên AFADê, Îdareya Taybet, Rêyên Bejayî û hemû tîmên me li vê derê ne.

Niha hevalên me rewş kontrol kirine. Ti zererek canî û maddî nîne. Hevalên me ji bo ku rewş asayî bibe hemû hewildanekê didin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:57:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x